Zum Inhalt springen

Dil ji min bir

STRANÊN Û ZIMANÊ KURDÎ (@stranenuzimanekurdi4902)

Originaltext vom Lied auf kurdisch:

von İnan Tat

Şox Û Şengê Zuhre-Rengê
Dil Ji Min Bir, Dil Ji Min
Awirên Heybet-Pilingê
Dil Ji Min Bir, Dil Ji Min.

Wê Şepalê Misk Î Xalê,
Dêm-Durê Gerden Şemalê,
Cebheta Biskan Sema Lê
Dil Ji Min Bir, Dil Ji Min.

Zulf Û Xalan Nûn Û Dalan
Wan Ji Min Bir Dil Bitalan
Goşeê Qewsê Hîlalan
Dil Ji Min Bir, Dil Ji Min.

Dêm Nedirê Bo Ebîrê
Xemrî Yû Gîs Û Herîrê
Sîne Kir Amancê Tîrê
Dil Ji Min Bir, Dil Ji Min.

Sur-Şirînê Nazenînê
Kuştim Û Nakit Yeqşnê
Wê Bi Çengala Evînê
Dil Ji Min Bir, Dil Ji Min.

Fetl Û Taban Da Xuraban
Ebleq Û Cuhtê Şebaban
Dame Ber Pence W Kulaban
Dil Ji Min Bir, Dil Ji Min.

Xoş-Xeramê, Ez Xulamê
Nazikê Şirîn-Kelamê
Tûtîya Eywan Meqamê
Dil Ji Min Bir, Dil Ji Min.

Übersetzung ins deutsche: